Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Rûniştina 3’yan a darizandina rojnamevan Hamdullah Bayram ku bi hinceta qedexeya derketina derveyî welat binpê kiriye dihat darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Bayram ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin û parêzerê wî Resûl Tamûr tev li danişînê bûn.

Dadgehê, tevî parastina Bayram û Tamûr, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyeyê da.

Tê payin ku Bayram di nava rojê de ji girtîgehê derkeve.