Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedan û êrîş didomin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ û êrîşên dewleta Îranê didome.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî dest pê kir, di roja xwe ya 131’emîn de didome. Dewleta Îranê ji roja destpêka serhildanê ve bi hemû awayî hewl dide, dawî li berxwedanê bîne.

Rewşa leşkerî ya li welat, serdegirtina malên çalakvan û xwepêşandanan, girtin û birîna cezayê darvekirinan, li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.

Duh Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku desthilata dadwerî ya Îranê 17 sal ceza li melayê mizgefta Xatim Enbiya ya li bajarê Ciwanro, Seyfula Hisên biriye. Mela Seyfula bi hinceta hewldana dijî asayîşa nîştimanî ya Îranê, propagandaya li dijî desthilatê, tevlîhevkirina asayîşa giştî tê sûcdarkirin.

Duh li dijî cezayan, melayê Sunî Meulawî Ebdulhemîd Îslamî li ser medya civakî peyamek belav kir û got; “Tundkirina ewlekarî, girtina welatî û melayan, ji bilî berfirehkirina xwepêşandanan ti encameke din wê bi xwe re neyne.”

Duh li bajarê Kercek malbatên kesên cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, li ber derê girtîgeha Fazil Hîsar ya li bajêr kom bûn û xwestin cezayê darvekirinê yê ser zarokên wan were rakirin. Lê hêzên Îranê êrişî malbatan kirin û bi zorê ji derê girtîgehê dûrxistin.

Li gelek taxên Tahranê xelkê di nav malên xwe de bi derketina ser xaniyan dirûşmeyên dijî desthilatê qêriyan. Tevî hemû êriş, kuştin, darvekirin û girtinan jî nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilatê dewam dike.

Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan jî bang kir bila 33 rojnamevanên girtî werin berdan.