Li Rihayê 4 kes hatin girtin
Ji 11 kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin 4 jê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji 11 kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin 4 jê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Di serdegirtinên hemwext ên jenderme û polîsan ên li ser navçe û navenda bajarê Rihayê de Gulsum Çîçek, Salih Sagiç, Kemal Baysan, Yasîn Pîşkîn, Hasan Karakûrt, Mahmût Ûygarlar û 4 kesên navê wan nehatibûn zanîn, piştî binçavkirina 14 rojan û şûnde piştî karê wan ên li eniyetê qeda û şûnde sewqî edliyeyê hatin kirin.
11 kesên li edliyeyê îfadeya wan hatin girtin bi hinceta parvekirinên li ser tevnên civakî bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” sewqî dadgeriya nobedar hatin kirin. Gulsum Çîçek, Salih Saigiç bi şertê qedexeya çûna derve hatin berdan, 5 kesên din ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.
Kemal Baysan, Yasîn Pîşkîn, Hasan Karakûrt û Mehemût Ûygarlar bi îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê