Li Rennesê komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin

Li Rennesê komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin

Komploya navnteweyî ya ku di 9’ê cotmeha 1998’ê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li bajarê Franse Rennessê bi meşekê hate proteostkirin.

Meşa bi beşdariya Kurd û dostên wan pêk hat di bin baranê de ji Qada Colombiayê dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK û PKK’ê hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de pankartên komployê protesto dikin hatin hilgirtin.

Di dawiya meşê de siyasetmendarê Kurd Cuma Tak axaftine kir. Tak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku beriya hêzên emperyalîst dest li herêma Rojhilata Navîn werbidi, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi komployekê kirin û xwestin mudaxeleyê Tevgera Azadiya Kurdan bikin.

Tak destnîşan kir ku Ocalan 13 sal in di esaretê de tê ragirtin û da zanîn ku divê ji bo azadiya Ocalan yekitî û hêz zêdetir bê xurtkirin û got; “Divê em li her derê li dijî rejîma AKP’ê şer bikin û li ber xwe bidin. Divê em ji bîr nekin ku azadî û aşitiyek bê rêber qet nabe.”

Meş piştî axaftina Cuma Tak bi dirûşiman bi dawî bû.