Li bajarê Lîmasol yê Qibrisê dema ku komek ya nîjadperestên Tirk êrîşî komeleya Kurdan kir, ciwanên Kurd yên li bajar jî di ser taxa nîjadperest lê diman girtin û çalakiya bi molotofî pêkanîn.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên 24.35 yên şeva Înê komek ya nîjadperestên Tirk êrîşî Komeleya Çanda Kurd ya Teofilosa kirin. Di encama êrîşê de kesekî li komeleyê birîndar bû.
Li ser vê yekê ciwanên Kurd jî ketin tevgerê û di ser taxa nîjadperest lê diman de girtin. Di pevçûna li vê derê derketî de ji koma nîjadperestan 5 kes birîndar bûn, li ser mudaxeleya polîsan ciwanên Kurd paş de vegerîn û li komeleyê kom bûn.
Di demjimêrên serê sibehê 03.45’an de dîsan rageşiyê rû da. Vêcarê komek ya ciwanên Kurd molotof avêtin pîkabek ya aydê koma nîjadperest û şewitandin. Ciwana ew şiyarkirin û diyarkirin ku, ger êrîşek din li dijî Kurdan çêbibe ew dê pir hişktir bersiv bidin û cihê bûyerê veqetiyan.