Li Qamişlo û Tirbespiyê şehîd hatin bîranîn

Li Tirbespiyê 36 şehîd bi merasîmekê hatin bîranîn. Li Qamişloyê jî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Ehmed hat veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ya Qamişlo, ji bo 36 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku di têkoşîna li hemberî çeteyên DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li navenda (PYD) a Tirbespiyê hat lidarxistin. Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star malbatên şehîdan di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser fedakarî, welatparêzî û rola şehîdan di parastina destkeftiyên şoreşê de hate nîşandan.

 Hevseroka Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd şehîd bi bîr anî û got: "Dewleta Tirk a dagirker nekarî vîna gelê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînê, lewma êrîşên xwe zêdetir kir. Dewleta Tirk di heman demê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember berxwedana gerîla têk çû û çekên kîmyewî bi kar anî.”

Merasîm bi xwendina nasnameyên 36 şehîdan û dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

CENAZEYÊ ŞADÎ EHMED HAT VEŞARTIN

Bi sedan beşdarbûna sedan şeniyên Qamişloyê cenazeya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, dost û hevalên şehîd amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a bajarê Qamişlo Hevî Seyîd diyar kir ku Şadî Ehmed ji bo hevalê xwe canê feda kir û got ev yek xwe dispêre felsefeya rêhevaltiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hêvî got:  “Şehîd Şadî jî yek ji wan hevalan bû ku ji bo hevaltiya xwe dijiya, di nav hevalê xwe de dihat hezkirin. Şadî ji bo hevalê xwe xilas bike canê xwe ji dest da, mîna her şehîdî Şadî jî bû qehremanê gelê xwe.”

Piştre wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd hat kirin. Hevalên şehîd Şadî Ehmed cenazeyê wî bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` veşartin.