Li Qada Galatasarayê aqubeta bav û kur hate pirsîn

Li Qada Galatasarayê aqubeta bav û kur hate pirsîn

Dayîkên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darezandin, têkoşîna lêgerîna aqubeta windayan vê hefteyê jî berdewam kirin. Dayîkên Şemiyê di hefteya 391'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çîroka Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelîk yên di sala 1994'an de ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin revandin pirsîn. Dayîkan diyar kir ku, dewletê bi destê xwe ji nava kurdan rêxistina li dijî kurdan ava kiriye û heta ku dîsa bi destê xwe wê mahkum neke û ceza neke pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Dayîken Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 391'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane pêk anîn. Dayîkan pankarta "Faîl diyarin, winda li ku ne?" vekir û wêneyen kesên hatine revandin û windakirin bilind kirin. Dayîkan qurnefil danîn ser wêneyan û daxwazên xwe yên edaletê berdewam kirin. Dayîkan di çalakiya vê hefteyê de çîroka bav Îbrahim Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk yê li Êlihê ji aliyê Hîzbûllahê ve di sala 1994'an de hatin revandin û windakirin pirsîn.

'EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE JI WE DIXWAZIN'

Keça Îbrahim Çelîk Feryal Çelîk diyar kir ku, 18 salin li aqubeta bavê xwe digerin û li gel Dayîka wê nexweşa gurçikê ye jî dîsa li bav û birayê xwe degerin. Çelîk anî ziman ku, rewşa dayîka wê nebaşe û beriya jiyana xwe ji dest bide tenê daxwaza wê kurê xwe û hevsjînê xwe bibîne ye. Çelîk da zanîn ku, kesek êşa me fam nake û wiha got: "Tene kesê ev êş bi serê wan de hatiye êşa me fam dikin."

Birayê Cemîl Kirbayir yê di darbeya 12'ê ÎLona 1980'an de hate windakirin û qetilkirin Mikaîl Kirbayir jî destnîşan kir ku, dozgeran ji wan re gotiye dê doza dîtina hestiyên Cemil Kırbayir vekin, lê heta niha tu tişt nekirine. "

'MALBATA ÇELÎK QURBANÊ HÎZBÛLLAHÊ YE'

Piştre li ser navê komê Başak Can daxuyanî xwend û anî ziman ku, malbata Çelîk bûye qurbanê Hîzbûllahê û JÝTEM'ê. Can da zanîn ku, Hîzbûllah û JÎTEM'ê li Êlihê bi hevkariya hev, bi sedan mirov revandine û winda kirine. Can anî ziman ku, Hîzbkûllah û JÎTEM'ê li ber çavê her kesî mirov înfaz dikirin, lê heta niha hesap ji wan nehatiye pirsîn. Can bibîrxist ku, bav Îbrahim Çelîk û kurê wî Edîp Çelik di 10'ê Tîrmeha 19947an de li Mezraya Soguksu ya Êlihê ji aliyê 4 kesên bi mezken ve hatin revandin û wiha got: "Îbrahîm Çelîk û kurê wi yê 19 salî Edîp Çelîk ku bi şopa bavê xwe ket hate revandin û windakirin.

Can da zanîn ku, berpirsyarê windakirina Çelîk Endamê Hîzbûllah û JÎTEM'ê Talat Ruzgar, Ezîz Onluk, Îlhan Onluk, Resul Guneş Çetin Dursun, Waliyê Êlihê Salih Şarman, Serfermandarê wê demê Dogan Guneş, Wezîrê Navxweyî yê wê demê Îsmet Sezgin, Serokwezîr Tansu Çîller, Serokomar Suleyman Demîrele. Can destnîşan kir ku, heta çalakiya wan bi encam bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.