Li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re astengiya 'keştî xirabe ye'

Li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re astengiya 'keştî xirabe ye'

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane bi muwîkîlê xwe re bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dozgeriyê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdan red kir.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dozgeriya komarê ya Bûrsayê dîsa bi hinceta “keştî xerabe ye” serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (426 roj in) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên "Kêştî xerabeye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.