Li pêşiya çûyîna Êzidiyan a Lalişê astengiya 'vîzeyê'

Li pêşiya çûyîna Êzidiyan a Lalişê astengiya 'vîzeyê'

Kurdên Êzidî her sal diçin serdana Camiya Laleşê ya ku li Başûrê Kurdistanê û heca Êzidiyan e. Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ji bo çûna Lalişê dest bi xebatan kir. Lê bi hinceta “pirsgirêka vîzeyê” îsal hate astengkirin. FKÊ’yê di daxuyaniya da de diyar kir ku ew ji vê hincetê bi fikar in û vê helwestê şermezar kir.

Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku çûyîna wan bo Lalişê bi hinceta “pirsgirêka vîzeyê” hatiye astengkirin.

Komîteya Amadekariya Çûyîna Lalişê ya FKÊ’ê diyar kir ku piştî rûxandina desthilatdariya rejima Sedam sala 2004 û vir de gelê me ên penaber jî ê ne hemwelatî û ê paseporta Tirkiyeyê hebana bi aweyekî hêsan diçû xaka welat û tewafa pîrozgehên xwe tu pirsgirêk nebûn û got:

“Lê mixabin îsal, bêyî aweyekî di dema xwe de, bi fermî agahdarî bê kirin, ji aliyê Wezareta Derve a Almanyayê û rayedariya dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistan bi aweyekî sergirtî, di demeke kin de agahdariyeke ne fermî gotin, paseporta penaberan a Tirkiyeyê bê vîze nikarin biçin serdana Laliş a li Başûrê Kurdistan.”

FKÊ da zanîn ku her çendî wana hewl da hewl da jî, lê cihên pêwendîdar tu agahdariyeke fermî nedan û got; “Li gorî agahîyên gihştin destê me digotin nav û nasnameya bişînin başûr cem rayedaran. Li gorî nêrîna me ev bi serê xwe cotstandartî ye û hinek rayedarên Almana jî bi aweyekî astengkirina ne fermî agahî dane me. Li gora wan helwestan, em neçar man çûyîna hecê ya îsal betal bikin. “

Komîteyê da zanîn ku ew ji vê hincetê bi fikar in û got; “Li hember van astegkirina emê bê deng nemînîn. Ew zîhinyeta komkujiya Şengalê, êrîşên li ser mal û cih karên êzidiyan, qedexekirina Konfaransa Êzdiyên Cihanê 15.10. 2011 a li Şengala başûrê welat û wêrankirina ji cih warên êzidiya û koçberkirina êzidiya ji welat em baş dizanin.

Em weke Komîteya Amadekar bawer in ev zîhinyeta di bin bandora kevneperest de mane, hewl didin êzidiyên her çar perçeyan mîna statuya berê bê têkilî û rêxistin bihêle.”

Federasyonê ev bang li Êzidiyan û gelê Kurdistanê kir; “Em bang dikin li hemû hêzên Kurdistanê ên welatperwer û tevayê Êzidiyan yekitiya xwe xurtir bikin û li hember her hêzên xêrnexwaz û dijminan xwe bi rêxistin bikin. Em weke Komîteya Amadekar a Çûyîna Lalişê vê helwesta van rayedaran şermezar dikin. Pîroziya Laliş bilndtir e ji hemû rayedariya hêz û desthiltdariya kedxwar.”