Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa Kobanê

Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa Kobanê

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di konferansa bi sernavê “Êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û bandorên wê yên li ser herêmê” ya li Parlamentoya Ewropayê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku ev bi salan e Kurd li Sûriyeyê bi zextan re rû bi rû ne û got: “Çareserî bi jiyaneke li ser esasê krîterên demokrasî û azadîxwaziyê pêk tê.”

Li Parlementoya Ewropa  (PE) a li Bruksela paytexta Belçîkayê konferansa bi navê “Êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û Bandora wê li ser herêmê” hate lidarxistin. Konferans bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê pêk hat.

Moderatoriya konferansa Kobanê ku di navbera saetên 15.00 û 18.00'an de pêk hat, ji aliyê Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marie-Christine Vergiat ve hate kirin. Axaftina vekirinê jî ji aliyê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun ve hate kirin. Di konferansê de her yek ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endama Koma Keskan a PE Bodil Ceballos, Hîndekarê Zanîngeha Sussex Kamiran Matin û Seroka Koma Çep a PE Gabriel Zimmer axaftinek kirin. Parlamenterên PE, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hacî Ehmedî  û gelek kesayetiyên din weke guhdar tevlî konferansê bûn.

UZUN: 2 SAL IN KURD LI DIJÎ DAIŞ’Ê TÊDIKOŞIN

Endamê KNK’ê Adem Uzun di axaftina vekirinê de bal kişand ku 2 sal in Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin. Uzun destnîşan kir ku DAIŞ û hêzên paşverû yên herêmê dixwazin sîstema li Rojava hatiye avakirin bikin hedef û wiha domand: “Em nikarin bêjin ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê îro heye. Ev 2 sal in Kurd i dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Ev hêz du sal in bê navber êrîşî Kobanê dikin. Kurd li Iraqê û li Rojava jî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû ne. Ne tenê  Kurd,  lê Ermenî, Asurî-Suryanî, Êzidî û Tirkmen jî bi van êrîşan re rû bi rû ne.”

Uzun diyar kir ku Kurd dixwazin bi gelên din re bijîn û bi bîr xist ku li Şengal û Mûsilê kesên ji baweriyên cuda niha bi êrîşan re rû bi rû ne. Her wiha xwest ku koalîsyona navneteweyî bi awayekî çalaktir têkoşîna li dijî van êrîşan destek bike.

ZIMMER: KOBANÊ SEMBOLEK E

Seroka Koma Partiya Çep a PE’yê Gabriel Zimmer jî diyar kir ku Kobanê bûye sembolek a cîhanê û got: “Me vê yekê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dît. Bi sedhezaran kes daketin kolanan û destek dan Kobanê. Divê dewletê cîhanê jî vê yekê bikin.  Divê welatên cîhanê û Ewropa li dijî DAIŞ’ê li gel Kurdan bin.”

Zimmer da zanîn ku helwesta Tirkiye ya niha nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Tirkiye, Qatar, Erebîstana Suudî destekê didin DAIŞ’ê. Her çendî Tirkiye endama NATO ye jî. Divê ev yek were pirsîn û Tirkiye were rexnekirin. Divê PE di vê mijarê de rola xwe bilîze. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û DAIŞ’ê xwedî hêzeke bi bandor be. Divê zextên polîtîk li Tirkiyeyê bike.”

Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Ewropayê Bodil Ceballlos jî diyar kir ku azadiya Kurdan û modela ku Kurdan li Rojava ava kiriye girîng e û got: “Li herêmê ji gelek neteweyan şer dikin. Ji bo van mirovan jî sîstemeke wiha pêwîst e. Lê DAIŞ ji bo mirovên herêmê û ji bo hemû cîhanê pir xeter e. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Divê têkoşîna hêzên YPG û YPJ ya li dijî hêzên DAIŞ’ê were destekkirin.”

DR. MATIN: DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊN KIRIN

Hîndekarê Zanîngeha Sussex Dr. Kamiran Madin jî bal kişand ku Kobanê krîzeke navneteweyî ye û got: “Divê ev bi awayekî cidî bê gotûbêjkirin û çareseriyek jêre were dîtin”.

Dr. Matin da zanîn ku  Tirkiye li herêmê roleke xirab dilîze û got: “Tirkiye îro roleke krîtîk dilîze. Endamê NATO û cîranê Sûriye û Iraqê ye. Lê mixabin helwesteke nerênî nîşan dide. Azadiya Kurdan naxwaze. Ji ber vê jî destekê dide çeteyên DAIŞ’ê. Ev projeyek e. Tirkiye ne bi tenê ye. Qatar û Erebîstana Suudî jî di nava vê yekê de ne."

Dr. Martin da zanîn ku divê Tirkiye ji bo Kobanê korîdora alîkariya navneteweyî veke got: “Divê Tirkiye korîdorê veke. Divê ji bo pirsgirêka Kurd pêngavên cidî biavêje. Li aliyekî PKK’ê weke terorîst dibîne, li aliyekî din bi Abdullah Ocalan û PKK’ê re hevdîtinan dike. Ev nakokî ye. Divê ev were zelalkirin. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. DYA û YE divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Hêza ku herî zêde li dijî DAIŞ’ê têdikoşe Kurd in”.

MUSLIM: ÇARESERÎ JIYANA BI HEV RE YE

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di beşa encamê ya Konferansê de axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî Kobanê pêk tên li dijî demokrasî û azadiyê ye. Muslim bi bîr xist ku êrîşên DAIŞ’ê berdewam dikin û got: “Çeteyên ku ji gelek welatên Afrîka û cîhanê tên îro li Kobanê êrîşî gelê Kurd dikin. Divê pêşî li vê hewldanê bê girtin.  Ev çete ne tenê belaya serê Kurdan in, belaya serê hemû cîhanê ne. Ji bo rawestandina van çeteyan divê hemû cûre alîkarî bidin Kurdan. Ji bo parastinê jî divê di serî de hemû cure alîkarî bidin Kobanê.”

Salih Muslim bi bîr xist ku bi salan e ku Kurd li Sûriyeyê zilmê dibînin û wiha axivî: “Herî dawî komên terorîst ên çeteyan êrîşî Kurdan dikin. Armanc wan ew e ku sîstema demokratîk û azadîxwaz a Kurdan têk bibin û Kurdan qetil bikin. Ji bo vê jî divê Ewropa helwest nîşanî alî û derdorên ku destekê didin DAIŞ’ê bide.”

Muslim da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên li herêmê û Rojava avakirina jiyaneke bi hev re ye û got: “Em dixwazin li Rojava tevî Ereb, Asurî-Suryanî û gelên din sîstemekê ava bikin. Ev sîstem wê li ser esasê demokrasî û azadiyan be. Her kes wê bikarin xwe di nava vê sîstemê de îfade bikin. Ev model bi kêrî tevahiya Sûriyeyê jî tê. Pevçûn û pirsgirêk wê bi vî rengî bi dawî bibin.”

Di konferansê de belgefilma rojnamevanên Belçîkayi Toon Lambects û Roel Pulin a li Kobanê kişandine hate nîşandan. Di belgefilm de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û berxwedana şervanên Kurd tê nîşandan.