Li Parlamenta Swêdê panela li ser Tirkiyeyê

Li parlamenta Swêdê, panelek li ser rewşa Tirkiyeyê; binpêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê, êrîşên li dijî gelê Kurd û HDP'ê hat lidarxistin.

Li parlamenta Swêdê, panelek li ser rewşa Tirkiyeyê; binpêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê, êrîşên li dijî gelê Kurd û HDP'ê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Komîteya Destekkirina Mafên Mirovan ên li Tirkiyeyê ve hat organîzekirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korûr Fîncanci, Rojnamevan-Nivîskar Cengîz Çandar, Seroka Parêzerên Sînornenas Loîse Gunven û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrea Boden weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Parlamentera Partiya Demokratên Xiristiyan, Berdevka Polîtîkaya Derve ya vê partiyê û seroka komîteyê Desîrre Pehtrûs di axaftina destpêkê ya panelê de diyar kir, ew qewimînên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, operasyonên leşkerî yên li bajaran Kurdan û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê bi fikar dibînin û dişopînin.

Pethrûs da xuyakirin, ku rejîmê ji nû ve serî li şîdetê daye, li gelek herêmên Tirkiyeyê niha rewşek dişibe şer heye û destnîşan kir, têkbirina hevdîtinên aştiyê yên navbera PKK û Hikûmetê rê li ber encamên hilweşîner vekiriye.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korûr Fîncanci bi giranî li ser êrîşên li hemberî bajar û navçeyên Kurdistanê axivî.

AKP SÛCÊ ŞER DIKE

Fîncanci da zanîn, hikûmeta AKP'ê di asteke tirsnak de li Kurdistanê mafên mirovan binpê dike, zarok jî di nav de sivîlan qetil dike û bi vî rengî sûcê şer dike. Fîncanci got, "Eger Tirkiyeyê hesabê qirkirinên 1915 û 1938'an bida, wê ji salên 1980-90'î heta roja îro komkujî neqewimîna. Eger ev hatibûya kirin, wê mekanîzmayeke pêşî li komkujiyan bigire, hatibûya avakirin."

Fîncanci diyar kir, tevî hemû rewşa neyînî jî ew ji siberojê bi hêvî ye û got, "Bi hêvî me. Ji ber ku em mafdar in û têdikoşin. Derfetên me hene ku em mafdariya xwe vebêjin û zêde bikin."

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bal kişand ser qetilkirina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û got, "Di her firsendê de em dibêjin divê lêpirsîneek xurt û bi lez were meşandin. Û li vê derê em vê daxwaza xwe careke din dubare dikin."

Ozmen ragihand, dewleta Tirk di mijara pirsgirêka Kurd de bi paş de çûye û ji nû ve li polîtîkaya şer vegeriya ye.

Rojnamevan-Nivîskar Cengîz Çandar, Civînên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî yên li Cenevreyê bibîr xist û da zanîn, di van civînan de Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad Al Hûsseîn destnîşan kiriye, ku li Tirkiyeyê mafên mirovan hatiye binpêkirin û Nisêbîn bi erdê re bûye yek.

Çandar işaret bi Cizîrê jî kir û anî ziman, ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve Tirkiyeyê rekora cîhanê şikandiye.

Çandar da xuyakirin, Erdogan di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de hewl dide hemû pêkanînên xwe rewa nîşan bide û dema Erdogan şiband Elmanya dema Hîtler.

Seroka Duyemîn a Parêzerên Sînornenas Loîse Gunven ragihand, ew gelek caran çûye Tirkiyeyê, tevlî rûniştinên dozên 'KCK' bûye û diyar kir, qanûnên têkoşîna li dijî terorê yên li Tirkiyeyê ji bo bêdengkirina mûxalîfan tên bikaranîn.

Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrea Boden destnîşan kir, ku azadiya ramanê li Tirkiyeyê di nava krîzê de ye.