Li Parîsê li pêşiya Qesra Elyseeyê çalakî
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostê wan li dijî êrîşên qirker ên artêşa Tirk a dagirker herikîn qadan û çalakî lidarxistin.
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostê wan li dijî êrîşên qirker ên artêşa Tirk a dagirker herikîn qadan û çalakî lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên ji saet 20:00’an ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin û li pêşiya Qesra Elysee dest bi çalakiyê kirin.
Girseya li pêşiya Qesra Elyseeyê alên YPG/YPJ’ê bilind kirin dirûşmên “Ewropa ya hevkarên qetlîamên dewleta Tirk” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.
Kurdistaniyê li Parîsê herikîn pêşiya Qesra Elysee. Li vir bang li Kurdisaniyan hate kirin ku berê xwe bidin qadan û çalakiyan xurt bikin.