Meşa Dirêj a ciwanên Kurd a ku her sal li Ewropayê ji aliyê ciwanên Kurd ve tê lidarxistin, dest pê dike. Ciwanên Kurd ên ji Parîsê beşdarî meşê dibin, bi şevbêrk û şahiyan hatin birêkirin.
Ji bo mezintirîn çalakiya Kurdan a li Ewropayê, Mihrîcana Çand-Hunerê ya Kurdan tenê çend roj man. Mihrîcana îsal dê di 8’ê Îlonê de li bajarê Almanya Manheimê dest pê bike.
Ciwanên Kurd weke her sal, dê îsal jî ji bo bigihin mirhrîcanê dê bikevin ser riyan. Ciwanên beşdarî meşa Dirêj a ku dê îro ji Strasbourgê dest pê bike, bibin, bi şahiyan hatin oxirkirin. Meşa bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” dê piştî mitînga li Strasbourgê dest pê bike û dê heta 8’ê îlonê berdewam bike.
Ciwanên Kurd ên ku li paytxta Franse Parîsê dijîn, bi du şahiyên cûda ji bo Meşa Dirêj hatin birêkirin. Di şevbêrkên şevê din li semtên Villiers-le-bel û Grigny hatin lidarxistin de bi sedan ciwan beşdar bûn. Ciwanan li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin û piştî şahiyê ber bi Strasbourgê ve bi rê ketin.