Li Parîsê girtina parlementeran hat şermezarkirin
Li paytexta Fransayê Parîsê, bi çalakiyekê êrîşên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê yên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Fransayê Parîsê, bi çalakiyekê êrîşên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê yên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin.
Meşa ku bi hezaran kes beşdarî bûn, saet di 15.00’an de li Qada Bastîlleyê destpê kir. Çalakiya ku li Qada Republîqûeyê veguherî mîtîngê, CKD-F, SCTÎT, ADH-K, ODAK, BÎR-KAR, Mala Çandê ya Sînemîllî, FEDA û Tevgera Jinên Kurd piştgirî kirin.
Di çalakiya de ku dem bi dem dirûşmeyên wek “Wê kujer Erdogan hesab bide gel”, “Dewleta Tirk a faşîst dest ende vîna min”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok” hatin berzkirin, alayên HDP’ê û posterên parlementerên girtî hatin hilgirtin.
Di mîtîngê de li ser navê Platforma Têkoşîna Hevpar a Li Dijî Faşîmzê Kemal Dersîm, li ser navê Tevgera Azadiya Kurd Zozan Serhat û li ser navê HDK’ê jî Arîf Ayan axivî.
Di axaftinan de, piştî hewldana 15’ê Tîrmehê êrîşên li dijî Kurdan, HDP, DBP û partiyên xwişk-bira hatin destnîşankirin. Her wiha di axaftinan de hat diyarkirin ku polîtîkayên niha tên şopandin li civaka Tirkiyeyê bûye sedema pêkanîna eniyeke netewperest û di encama vê de jî li ser civakê êrîşên nîjadî û olî zêde bûne.
Li Qada Republîqûeyê, piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.