Li paytextê Fransayê Parîsê bi civînekê gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnên li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dayîn bibîranîn.
Di bîranîna li Akademiya Çand û Hunera Kurdistanê ya Parîsê malbatên gêrîlayên HPG’ê Mehmet Alî Akson (Agirê Serhildan) û Kudbeddîn Gunduz (Siyabend Varto) jî di nav de 250 kes tevlîbûn.
Di civînê de birayê gêrîla Aksoy axaftinek kir û tekoşîna Aksoy weke tekoşînekî mirovahiyê binav kir û wiha got; “Me û birayê min hertim li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê û leyîstokên dewletê yên weke sunî-elewî û gelê Kurd berdidin hev tekoşîn kiriye. Îro jî li gel tekoşîna azadiya Kurd û weke birayê min bikeda şehîdan nêzî azadî û serkeftinê ne. Em weke malbatên şehîdan, pêwîste em xwe bigehînin her neferek yê gelê xwe. Erkek wisan yê me jî heye.”
Kudbeddîn Gunduz ku li navçeya Kirikhan ya Hatayê di 29’ê Îlona 2012’an de jiyana xwe ji dest da, xwişka wî Bakiye Gunduz jî got, ew dê hertim li gel gelê Kurd serbilind tekoşînê berdewam bikin.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku dîmenên her du gêrîlayan hate temaşekirin. Piştî xwarina bîranîn û mewlîdê bi sloganên “Şehîd Namirin” dawî hat.
Gêrîla Mehmet Alî Aksoy ku di sala 1998’an de li Semsûrê bi 4 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Aksoy di encama lêgerîna malbatê de hatibû dîtin û careke din hatibû defin kirin.