Amadekariyên ciwanên Kurd ji bo meşa dirêj a ku dê 1’ê Îlonê de ji bajarê Strasbourgê destpê bike û heta bajarê Almanya Mannheimê ya ku Mirhîcana Çanda ya Kurdan di 7’ê îlonê lê tê lidarxistin, berdewam bike, qediyan.
Ciwanên Kurd ên li Parîsê dê ciwanên beşdarî meşa li Strasnbourgê ya bi dirûşima 'Azadiya rêbertiya me azadiya me ye. An azadî an azadî' bi şevbêrkan bên oxirkirin
Dê li semtên Villiers-le-bel û Grigny du şevbêrkên cûda bên lidarxistin. Şevbêrka li Gringnyê yê demjimêr di 19:00 de li dest pê bike û ya Villiers-le-bel jî dê di demjimêr 17:00'de dest pê bike.
Ciwanên Kurd dê bi otobusan li Strasbourgê kom bibin û dest bi meşa xwe bikin û dê 8’ê Îlonê beşdarî festîvala mezin ya Kurdan bibin.