Li Ozgur Halkê lêgerîna polîsên Tirk didome

Polîsên Tirk ên bi ser avahiya Ozgur Halkê de girtin lêgerînê didomînin, biryar hatiye dayîn ku heta belavkarên ji hêla dadgehê hatine tespîtkirin bên dîtin, wê tevahî xebatkarên kovarê binçav bikin.

Li Navenda Ozgur Halkê lêgerîna polîsan didome. Di lêgerînê de ku parêzer Sînan Zîncîr jî amade ye, hate ragihandin ku xebatkarê kovarê Nedîm Demîr hatiye binçavkirin û birine Qereqola Taksîmê.

Li gor aghiyan, heta belavkarên ji hêla dadgehê hatine tespîtkirin bên dîtin, biryar hatiye dayîn ku tevahî xebatkarên kovarê bên binçavkirin.

Bi armanca piştevaniya Kovara Ozgur Halkê, gel berê xwe daye navendê.

 

...