Li bajarê Tirkiye Osmaniyeyê, di dema derbasbûna trena barande teqînek pêk hat û di encamê de 2 vagon ji rê derketin. Di rayên trenê de texrîbat pêk hat.
Trena 63276 a ku ji navçeya Îskenderûna Hatayê diçû Meletiyê, li nêzî bajorka Yarbaşi ya navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê di dema derbasbûnê de teqînek pêk hat.
Di encamê de 2 vagon ji rê derketin. Di rayên trenê de texrîbat pêk hat û li herêmê operasyonek hat destpêkirin.