Li Norşînê gerîlayek jiyana xwe ji dest da

Li Norşînê gerîlayek jiyana xwe ji dest da

HPG’ê ragihand ku di 1’ê cotmehê de li navçeya Norşîna Bedlîsê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya gerîlayê di 1’ê cotmehê de li navçeya Norşînê di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 1'ê Cotmehê de li navçeya Norşîna Bedlîsê li dijî derdora gundên Mistak, Sez û Mizoriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna wesayitên zirxî û bi bomberdimana dijwar operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona bi dijwarî herêmê bi hewan, obus û çekên giran hate bombekirin di 2'ê Cotmehê de paş ve vekişiyaye. Di encama bombebarana dijmin de rêhevaleke me gihîştiye şahadetê.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest da wiha ye: Erdal Çaçan, bi nasnavê Serxwebûn Amed, li Amedê ji dayîk bûye.