Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya
Li navçeya Nîksar a Tokatê di saetên derengî yên şevê de bi mezinahiya 5.5 erd hejiya. Erdhej li bajarên derdor jî hate hîskirin. Rayedaran ragihand ku windahiya can û hilweşîn çênebûn.
Li navçeya Nîksar a Tokatê di saetên derengî yên şevê de bi mezinahiya 5.5 erd hejiya. Erdhej li bajarên derdor jî hate hîskirin. Rayedaran ragihand ku windahiya can û hilweşîn çênebûn.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku li navçeya Nîksar a Tokatê di saet 03.35’an de bi mezinahiya 5.5 erd hejiya. Hat diyarkirin ku erdhej 6.37 di kûrahiya erdê de ye.
Erdhej li Samsûn, Amasa, Ordû, Sêwasê û bajarên din ên derdor jî hate hîskirin. Erdhej demek kurt bû sedema tirsê.
Bi armanca tedbîrê hin yûrdên xwendekaran hatin tahliyekirin. Hat zanîn ku bi taybetî xwendekarên li yûrdên Saziya Yûrdan a Krediyê ya li Sêwasê derketin derve.
AFAD’ê diyar kir ku li gorî daneyên ewilî windahiya can yan jî ti birîndarî çênebûne û ragihand ku xebatên lêgerîna sahê didomin.
Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku heya niha ti îxbareke neyînî nehatiye girtin.