Li bajarê Munîh a Almanyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser mala seroka Komeleya Kurd Songul Akpinar de girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polîsên Alman vê sibê bi ser mala Seroka Komeleya Çanda Kurd a Munîhê Songul Akpinar de girtine. Polîsan di serdegirtina malan Akpinar de lêgerîn kir û dest danî ser telefona Akpinar. Her wiha dest danîn ser gelek belgeyan û nayê zanîn ku ka Akpinar hatiye binçavkirin an na.
Hate destnîşan kirin ku serdegirtin ji ber bernameyên 50’emîn salvebera pîrozbahiya kurdên hatin Almanayê a 2011’an pêk hatiye. Nehat zanîn ku seroka komeleyê bi çi tê sûcdarkirin.