Li Munchenê meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, di salvegera 23. a qedexekirina xebatên PKK'ê de meşek hate lidarxistin û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hate kirin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, di salvegera 23. a qedexekirina xebatên PKK'ê de meşek hate lidarxistin û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hate kirin.
Qedexeya li ser PKK'ê li bajarê Munchen ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Bi vê armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Jin û Ciwanên Azad pêk hat û daxwaza derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' hate kirin.
Hêzên çep ên Elman jî destekeke xurt dan çalakiyê. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşmên "Kujer Erdogan", "AKP a faşîst" û "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn.
Li qada çalakiyê axaftin hate kirin û hat ragihandin, li ser daxwaza Tirkiyeyê ku bi Elmanyayê re xwedî têkiliyên nêz ên aborî û siyasî ye, xebatên PKK'ê yên li Elmanyayê hatiye qedexekirin.
Qisekeran bal kişandin ser rola girîng a Kurdan a li Rojhilata Navîn û destnîşan kirin, ku ji ber têkoşîna PKK û YPG'ê ya li djiî DAIŞ'ê, divê PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin. Her wiha ji bo polîtîkaya li Rojhilata Navîn jî hat xwestin, diyalog bi Kurdan re bê danîn.