Li Moskowê konferans: Kurd Girêya Gordion vedikin

Li Moskowê konferans: Kurd Girêya Gordion vedikin

Li paytexta Rûsya Moskowê konferansa bi sernavê “Di Pêvajoya Nû de Pirsgirêka Kurd û di Çareseriya wê de Rola Saziyên Navneteweyî” hat lidarxistin û bi dehan rewşembîr û siyasmetmedar beşdar bûn. Di konferansê de pirsgirêka Kurd û bûyerên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Di konferansên de hat destnîşankirin ku destlêwerdanên leşkerî yên li hemberî Îran û Sûriyeyê tên plankirin de Kurd xwedî rola diyarker in. Her wiha hat diyarkirin ku Kurdan ji dîrokê ders derxistine û nehatine lîstokên tu kesê, xetek serbixwe dişopînin. Ji serokên Beşa Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Anna Glazova bal kişand ser hewldanên Kurdan ên ji bo yekitiya Neteweyî û vê yekê weke vekirina “Giriya Gordionê” bi nav kir. Glazova got; “Rêberên wan xetayên berê tînin ber çavên xwe û êdî ji hêzên derve bawer nakin.”

Endamê Parlementoya Rûsyayê û Serokê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” Aleksey Mitrofanov, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kûrt, Berpirsê Peywendiyên Derve ya Partiya Dadê ya Rûsyayê Roman Bernantskî, Seroka Navenda Enformasyonê ya Wezareta Derve Anastasya Feodorova, Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Asya-Efrîkayê Koşev Kîm, Serokê Beşa Deryaya Reş û Qezwînê ya Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Polîtîk Mihrabî Şamoyev, Serokê Otonomiyên Çandî yên Kurdan ên Federasyoan Rûsyayê Ferhat Patîyev, Endamê KNK’ê Cemal Şemoyan, Alîkarê Serokê Komîteya Ewlekariya Federasyona Rûsyayê, Serokê Komeleya Klasîkên Rûsyayê Z. Î. Magomadov, Serokê Navenda Dij-Faşîstan a Moskowê Yevgeniy Proşeçkin, Endama Beşa Frasksyona Partiya Yekitiyê ya Desthilatiya Rûsyayê Natalya Fedulova, Serokê Navenda Lêkolînên Polîtîk V.A Zaharov û gelek siyasetmendar û rewşembîrên beşdarî konferansê bûn.

PLANA EMPERYAL A TIRKIYEYÊ

Parlementerê BDP’ê Adil Kûrt axaftina vekirinê kir û bal kişand ser operasyonên leşkerî û siyasî yên li hemberî Krudan û diyar kir ku ji sala 2009 ve herî kêm 7 hezar siyasetmedarên Kurd hatine girtin û di nava vana de 6 parlementer û 25 şaredar jî hene.

Kurt destnîşan kir ku ji ber ku hêzên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu çareseriyek pêş nexistine, lewma îro herêma Rojhilata Navîn xetimiye. Kurt got; “Tirkiye dixwaze xwe li herêmê bike rêber. Davûtoglû di kongreyên li Konya û Qeyseriyê de dibêje ku em ê cihên me beriya 100 salan wenda kirin, dîsa bigirin. Bi vê yekê behsa Îran, Iraq û Sûriyeyê dike. Ji bo hegemonyaya xwe ya li Rojhilata Navîn ava bike, planek emperyal ji xwe re çêkiriye.

RÛSYA BERIYA BELAVBÛNA BÛYERAN NAXWAZE BIBÎNE

Endamê Parlementoya Rûsyayê û Serokê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” Aleksey Mitrofanov di konferansê de axaftinek balkêş kir û bi bîr xist ku nêzî salek e hevdîtina bi Ocalan re hatiye astengkirin. Mitrafanov polîtîkayên Rûsyayê yên li herêmê rexne kir û got; “Welatê me heta bûyer belav nebin nabîne. Ev polîtka çend sedsalan a Rûsyayê ye. Niha piştî ku bûyer zêde bûn, Rûsyayê ji nû ve dest bi avakirina yekitiya bi welatên berê yên endamên Sovyetê re kir.

Tevî DYA, Qeter û Erebîstana Siûdî jî di bûyerên li Rojhilara Navîn de rolek girîng dileyîin. Ev welat (E. Siûdî) xwediyê çavkaniyên mezin ên enerjiyê ye û pereyê wê pir zêde ye. Bi vê yekê bandorê li polîtîkayên DYA yên li herêmê dike.”

DI DÎROKÊ DE KURDAN Û RÛSAN RE ŞER NEKIRIN

Mitrafanov got; “Erebîstana Siûdî û welatên din hêza Kurdan dibînin. Gava mirov pirsgirêkên Îran, Iraq û Sûriyeyê bike, mirov nikare Kurdan ji nedîtî ve bê. Dîsa di tevahiya dîrokê de tu carê şerê Kurdan û Rûsan çênebûye. Ev yek ji bo têkiliyên Rûsyayê yên demên pêş ên bi Kurdan re sermayeyek e.”

Ji beşdaran ji serokên Beşa Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Anna Glazova diyar kir ku Rojavayiyên ku cîhanê bi rê ve dibin, bi kemîn û dafikan şêweyek dan cîhanê, û destnîşan kir ku êdî li ser nexşeya Rojhilata Navîn teqîn pêk tên. Glazova minaka Iraqê da û got; “Mînak her tim Kurdistan di her carekê de îlankirina serxwebûna xwe tîne rojevê. Ev rewş ji bo Lîbyayê jî heman e.

KURD DÊ LI SÛRIYE Û ÎRANÊ ROLEK DIYARKER HILBIGIRIN

Anna Glazova bal kişand ser hewldanên Kurdan ên ji bo yekitiya Neteweyî û vê yekê weke vekirina “Giriya Gordionê” bi nav kir. Glazova got; “Rêberên wan xetayên berê tînin ber çavên xwe û êdî ji hêzên derve bawer nakin” û wiha domand; “Dîsa hewl didin ku mafên avakirina Kurdistan Mezin di çarçoveya sînorên hene de bi dest bixin. Di demek ku her kes radîkal dibin de, ew jî bi awayeke polîtîk nêzîk dibin.”

LI TIRKIYEYÊ DÊ DI NAVA DU SALAN DE PÊŞVEÇÛNÊN MEZIN BIQEWIMIN

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasetê V. A. Zaharov, bal kişand ku ji bûyer û aloziyên li herêm zêdetir, rewşa li Tirkiyeyê aloztir dibe û destnîşan kir ku dibe di nan du salên dawiyê de pêşveçûnên mezin li Tirkiyeyê biqewimin.

ÇEKÊN KÎMEWEYÎ, NABE PIRSGIRÊKA NAVXWEYÎ

Serokê Navenda Dij-Faşîstan a Moskowê Yevgeniy Proşeçkin bi bîr xist ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayên Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kir ku her çendî Tirkiye çekên ku qada navneteweyî de karanîna wan hatine qedexekirin, bi kar tîne, lê raya giştî ya navneteweyî vê yekê nabîne. Yevgeniy Proşeçkin ê ku endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ye wiha axivî; “Tirkiye rola welateke mezin dileyîze, li hin deveran gumanên xwe yên der barê binpêkirinên mafê mirovan de tîne ziman. Lê binpêkirinên mafê mirovan ên di nava xwe de jî tu carî nayne rojevê. Pisporek DYA’yî dibêje ku ev pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Gelo karanîna çekên kîmyewî çawa dibe karek navxweyî yê welatekê. Bi salan e bi kar tîne, ev êdî ne pirsgirêke navxweyî ye.”

YEKITIYA KURDAN

Ji Beşa Kurdolojî ya Enstîtuya Rojhilata Navîn Kîrîl Vertîyayev got; “Her çendî nêrînên polîtîk ên Kurdan ên cûda hebin jî, di van demên dawiyê de êdî nema li ser daxwaza hêzên derve şerê hev du bikin. Ev yek jî ji bo venegera berê mînakek baş e. Ger bi hev re tevbigerin, dê feydeke pir mezin bidin hevsengî û aşitiya li Rojhilata Navîn.

Gava Tirkiye polîtîkayên xwe yên ji bo welatên cîranê xwe diyar dike, neçar e ku hizra Kurdan jî bike.”

Di konferansê de biryar hat dayîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd name ji saziyên navneteweyî yên weke NY, Parlementoya Rûsya û Parlementoya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re bên şandin.