Ji bo ku biryara ku radestkirina siyasetmedarê kurd Mecît Gumuş bo Tirkiyeyê, protesto bikin û biryar betal bibe, li ber Dozgeriya Giştî ya Rusyayê çalakiyek pêk hat.
Roja înê saet nêzî 15.00’an li ber avahiya Dozgeriya Giştî ya taxa Axotni Riat a Moskovê çalakî pêk hat.
Koma ku hate cem hev wêneyên Gumuş hildan û her wiha pankartên weke ‘Radestkirina Gumuş, tê wateya teslîmê mirin û îşkenceyê’, ‘ siyasetmedarên kurd serbest berdin’ hatin derxistin. Koma ku heta saetekê sekinî piştre bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anîn. Serdozgeriyê ji bo roja duşemê jivan (rewndewu) da xwepêşandêran.
RÛSYA DER BARÊ GUMUŞ DE AGAHÎ NADE PARÊZERAN
Siyasetmedarên kurd Gumuş ligel ku hemû riyên hiqûqî, serlênda Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Îltîcayê li gorî proseduran temam kiriye jî tê xwestin ku radestî Tirkiyeyê bikin. Herî dawî gardiyanek jê re dibêje ku dê wî radestî Tikriyeyê bikin û cihên Gumuş diguherînin û dişinin girtîgeha Armavîr Transît.
Ligel hemû hewldanên parêzran der barê radestkirina Gumuş te ji ber ku dadgeha Bilind a Komara Xweser a Adigey û Dadgeha Bilind a Rusyayê agahî nedan.