Li paytexta Rûsya Moskowê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a“Ji Ocalan re Azadî” ya di 6’ê îlonê de li Brukselê dest pê kir de, stadek a îmzeyan hate vekirin. Li parka VDNX (keçken zerin) komek Kurdistanî hatin gel hev û stadek vekirin.
Kampanya Ji Ocalan re Azadî, li rastî eleqeyek mezin a kesên tên serdana parkê û gelê Rûs tê. Ligel berhevkirina îmzeyan, der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî tên dayîn û biyaniyên tên parkê têne agahdarkirin. Di roja yekem a stadê de gelek îmze hatin berhevkirin.
Stada li parkê dê du rojan bidome.