BI DÎMEN

Li Mîlanoyê Kurd û dostê wan li kolanan bûn

Li Mîlanoyê Kurd û dostên wan li dijî AKP’ê daketin kolanan.

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, bi meşekê faşîzma AKP/Qesrê protestokirin.

Girseya ku li Qada San Babîla kom bûn, berxwedana li dijî êrîşên qirkirinên yên li ser gelê Kurd, HDP’ê û muxalîfan silav kir.

Di çalakiyê de daxwaza hate kirin ku bi lezgîn hilbijêrên ku hatine girtin berdin û peyama “Em li bermberî faşîzmê serî natewînin” dan.

Di meşê de dirûşmên dijî AKP’ê û Erdogan hatin qîrkirin.

 

...