Li Mersînê qirkirina siyasî: 8 kes hatin destgîrkirin

Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî ya polîsên Tirk de 8 kes hatin destgîrkirin.

Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de vê sibehê bi ser gelek malan de hate girtin. Polîsên Tirk bi îdîaya "amadekariya çalakiyê" avêtin ser malan û deriyên malan şikandin. Hate ragihandin ku di serdegirtinan de alavên li hundirê malan ji hev hatin belavkirin.

Di serdegirtinê de Cafer Adsay, Agît Adsoy, Hamdûllah Ozen û Mehmet Fatîh Ûçankûş jî di nav de 8 kes hatin destgirkirin.

8 kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.