Li Mêrsînê polîsan di ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Di nava kesên hate binçavkirin de rêveberên BDP'ê jî hene.
Yekîneyên midûriyeta polîsan ya Mêrînê serê sibê di demjimêr 05.00'an de li navçeyên Akdeniz, Toroslar û Bajaroka Kargipinari bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de di navde rêveberên BDP'ê jî heye gelek kes binçavkirin.
Hate zanîn ku, di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokên BDP'a Toroslarê Fethî Çoban û Raziye Soner, Serokê BDP'a Bajaroka Kargipinariyê Hasan Aslan û rêveberên Bajarokê Abdulkerim Cengîz, Rêveberê BDP'a Akdenîzê Yusuf Binicîe û Şahdettin Îldeş, endama Înîisyatifa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey, Personelê şaredariya Toroslarê Battal Aslan jî hene. Hate zanîn ku, polîsan di serdegirtina malan de lêgerînek dijwar pêk anî û kompûter desteser kirin.