Li Mêrsînê li avahiya Egîtîm Sen'ê lêgerîn

Li Mêrsînê li avahiya Egîtîm Sen'ê lêgerîn

Li Mêrsînê di çarçoveya operasyona li dijî KESK'ê û sendîkayê girêdayî KESK'ê pêk hat de polîsan bi ser mala Endamê MYK'ê yê KESK'ê Sînan Muslu û avahiya Egîtîm Sen'ê de girtin.

Di çarçoveya operasyona ji Enqere li dijî KESK'ê û sendîkayên girêdayî wê pêk hat de serê sibê di demjimêr 07.00'an de li dijî avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê operasyonê pêk hat. Li avahiyê bi tevlîbûna gelek polîsan lêgerîn pêk hat û hêj lêgerîn berdwam dike. Kolanên sendîkayên girêdayî KESK'ê lê heyî hemû di dorpêça polîsan de ne.

Di çarçoveya heman operasyonê de Mala Endamê MYK'ê yê KESK'ê Sînan Muslu ya ku li taxa Yenîşehîrê jî polîsan bi ser da girt. Li mala Muslu lêgerîn berdewam dike.