Li Mêrsînê di serdagirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Guneşê ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di serdagirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Navên kesên hatin binçavkirin evin; Murat Denîz, Veysel Kemer, Saît Kaya, Vahap Sezgîn û 2 kesên navê wan nehatin zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Mdirûyeta Polîsan ya Mêrsînê.