Li Mêrsîn û Çewlikê 8 kes hatin girtin

Li Mêrsîn û Çewlikê 8 kes hatin girtin

Li Mêrsînê di encama serdegirtina malan de ji 14 kesên hatibûn binçavkirin yek jê zarok 3 kes hatin girtin. Li Çewlikê jî di encama serdegirtina malan de ji 8 kesên hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.

Di encama serdegirtina malên li taxên Guneş, Şevket Sumer, Hal û Gundogdu yên Navçeya Akdenîz yê Mêrsînê de duh 14 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin M.K. yê 16 salî, S.B. yê 19 salî û kesekê navê wî nehate zanîn piştî lêpirsînê derxistin Adliya Mêrsînê.

3 kesên bi hinceta "Ji ber bi wan re teqemenî û madeyên sotemeniyê heye û bikaranîne" îfade dan dozgeriyê û bi heman îdiayan sewqê dadgehê hatin kirin. Piştî li Dadgeha Nobedar îfade dan, hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 11 kesên hêj di bin çav de ne jî çav lê ne ku sibê derbixin dozgeriyê.

LI ÇEWLIKÊ JÎ 5 KES HATIN GIRTIN

Li Çewlikê duh serê sibê di encama serdegirtina malan ya hemwext de di nava wan de Hevseroka berê ya Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Sûna Kaya jî heyî 8 kes hatibûn binçavkirin. 8 kesên hatibûn binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan. Li vir piştî îfadeya 3 kesan hatin girtin serbest hatin berdan.

Kesên bi navê Sûna Kaya, Zeynep Yurtsever, Lutfu Arslan, Fesîh Berîtan û Vahap Vûrûlday derxistin dozgeriyê. Piştî dozgeriyê 5 kes bi hincetên "Endamê Rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" sewqê dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyan, hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê.