Di encama serdegirtina polîsan ya avahiya BDP'a Meletî û malên endam û rêvebirên BDP'ê de Hevserokên BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen jî di nav de 8 BDP'î hatin binçavkirin.
Ji aliyê polisên girêdayî TEM'a Miduriyeta Polîsan ya Meletiyê bi ser gelek mal û avahiya BDP'a Meletiyê hate girtin. Di encama serdegirtinan de bi hinceta ku di nava rêxistina "KCK" de cih digirin Hevserokên BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram Û Zehra Goçen, Alîkarê Hevserokê BDP'a Meletiyê Zekî Kiliçgedîk, endamê BDP'ê Gokhan Îmer, Serokê BDP'a Navçeya Navendê Alî Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê Alî Pîro, rêvebirê ÎHD Hîkmet Kapanci û Bedrî Yildirim hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Meletiyê. Hate zanîn ku lêgerîna li avahiya BDP'a Meletiyê bi dawî bûye û polîsan dest daniye gelek pirtûk û kovaran.