11 kesên di serdegirtina malên BDP'iyan de hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. 8 kesên li Stenbolê jî hatin binçavkirin û di nav de rêveberên BDP'ê hene sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Yekîneyên polîsan di 19'ê hezîranê de bi ser avahiya Rêxistina BDP'ê ya Meletî û gelek malan de girtibû û 11 kes binçavkiribûn. 11 kesên di nav de Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Meletî Gaffar Bayram û Zehra Goçen, rêveberên BDP'ê, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Alî Pîro û Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kaanci jî hene piştî karên li miduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Karên îfade dayînê berdewam dike.
Li Stenbolê jî ji 11 kesên di 19'ê hezîranê de d nav re rêveberên BDP'ê jî hene yên li navçeyên Şîşlî, Bayrampaşa û Beyoglu hatin binçavkirin jê 8 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê zarokên bi navê S.S., L.Y. û E.A., serbest hatin berdan û Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Beyoglu Leyla Aslan, endamên BDP'ê Veysel Balî, Teyfîk Aydin, Ruken Çelîk, Veysî Ozdemîr, Vedat Tekîn, Hasan Oral û Mustafa Karlîdag jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Karên îfade dayîn berdewam dikin.