Li Mehabadê komar çawa ava bû, çima hat hilweşandin?

77 sal bi ser damezrandina Komara Kurdistanê derbas ku ya ku di 22’ê Çileya sala 1946’an de li meydana dîrokî ya Çarçira ya Mehabadê hat ragihandin. Komara ku 11 mehan dom kir, bi saya derfetên dîrokî hat avakirin.

Sala duyemîn a Şerê Cîhanê yê 2’yem; Di sala 1941’ê de leşkerên Rûs ji rojhilat ve û Îngilîz ji başûr ve êrîşî Îranê kirin. Di rojên dagirkeriya Îngilîzan de, di 2’ê Îlona 1941’ê de, dewleta Tirk peyamek şand Londonê. Di peyamê de bal hat kişandin ser rêxistinên Kurdan ên li herêmê û hişyarî li hikûmeta Îngilîstanê hate kirin. Di wan rojan de heyeteke Kurdan bi serokatiya Qazî Muhammed çû Bakûyê û bi Yekîtiya Sovyetê re hevdîtin pêk anî. Heyeta Kurd a ku bi serokwezîrê Azerbaycanê Bakirof re hevdîtin pêk anî, bi rêveberiya Sovyetê re, bi taybetî di warê aborî de gelek peyman îmze kirin.

Di wê demê de Kurd bi soza piştgiriya Sovyetê vegeriyan warên xwe, di 16’ê Tebaxa 1943’an de Komele (Civaka Vejîna Kurdistanê) hat avakirin. Di sala 1944’an de sê rêxistinên Kurdan Komele, Xoybûn û Hêvî hatin ba hev, biryara hevgirtinê dan û bi navê ‘sê sînor’ peymanek îmze kirin. Pêvajoya ber bi Mehabadê ve diçe bi saya yekitiya Kurdan û derfetên ku hevsengiyên li herêmê bi dest xistine pêk hat.

LI ÇARÇIRAYÊ ROJA DÎROKÎ

Roja 22’ê Çileya 1946’an hate hilbijartin. Di wê rojê de li meydana dîrokî ya Mehabadê, li pêşberî bi hezaran kesên ku li meydana dîrokî ya Mehabadê kom bûn, Qazî Muhamed bi van gotinan komarê îlan kir: “Ez bi Xwedayê xwe, bi netewa Kurd û bi ala pîroz a Kurdistanê heta dilopa xwîna min a dawî û nefesa min a dawî sond dixwim ku ezê serxwebûn û komara Kurdistanê biparêzim.”

Di dema îlankirina komarê de hilbijartina Qazî Muhamed ê 46 salî wekî serokkomar ne tesaduf bû.

Qazî Muhamedê ku wekî serokkomarê komîteya amadekariya komarê dihat dîtin, ji malbateke bi kok û olî ya herêmê dihat. Mamê wî Fetah Qazî di sala 1916’an de di şerê li dijî Rûsyayê de jiyana xwe ji dest da û bapîrê wî Şêx Elmeşayêx di sala 1930’an de bi komkirina eşîrên Kurdan li bajarê Dîwanderê pêşniyaza avakirina "eniya hevpar" li dijî Îngilîzan kir.

RENGÊN KURDAN CARA YEKEM LI SER ALA KOMARÊ YE

Çend roj piştî ragihandinê, kabîneya hikûmetê ku ji 14 wezîran pêk tê hat avakirin. Rengên sembola yekitiya kurdan cara yekem li ser ala komarekê hatin nîşandan û helbesta helbestvanê kurd Dildar bi navê “Ey Reqîp” ku di sala 1938’an de dema ku di girtîgehê de bû nivîsand, wek sirûda neteweyî hat qebûlkirin. Di komara yekem de tenê çapxaneyek hebû ku danezanên damezrîneriyê tê de bên çapkirin.

Dema ku perwerdeya Kurdî li dibistanên herêmê yên di nav sînorên komarê de dest pê kir, milîs derbasî artêşa asayî bûn. Di rojên destpêkê de tenê 10.000 tiving û 20 kamyona cebilxane yê artêşê hebûn. Xebateke din a girîng a Komarê di warê çand, huner û wêjeyê de bû. Bi biryara komarê di demeke kurt de opera hatin avakirin û ji pirtûkên zanistî heta kovarên zarokan gelek xebatên çapemenî-weşanê hatin kirin.

PIŞTÎ ŞER LI CIHANÊ GUHERÎNA AHENGAN

Li aliyek ev geşedanên dîrokî ji bo gelê Kurd ê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê diqewimin, li aliyê din di wan rojên ku Şerê Cîhanê yê 2’yem bi dawî bû, li cîhanê nîzam û hevsengiyên nû dihatin avakirin. Li cîhana rojava ya ku DYE pêşengiya wê dikir, li cihê tirsa Hîtler a Elmanyayê bi şerê sar yê di navbera rojhilat û rojava de guherî. Yekîtîya Sovyet xwe nêzîkî Îranê dikir.

Rêveberiya Moskowayê piştî ku bi Tehranê re peymanên petrolê pêk anî, biryar da ku hêzên xwe yekser ji herêmê vekişîne. Li vir Komara Kurdistanê bê destek hiştin, destkeftî jî kirin qurbaniya hevdîtinên li ser masê. Artêşa Sor di 9'ê Gulana 1946'an de ji axa Îranê vekişiya û artêşa Îranê ku di 17'ê Kanûnê de ketibû Mehabadê, serokên komarê girtin. Serokê Serfermandariya Giştî Mela Mistefa Barzanî piştî meşeke dûr û dirêj ligel 500 pêşmergeyên xwe, bi derbasbûna çemê Arasê re xwe li Yekîtiya Sovyetê girt.

QADÊN DARVEKIRINÊ HATIN AVAKIRIN

Di 23’ê Çileya 1947’an de, tam salek û rojek piştî avakirina komarê, dadgeha leşkerî ya Îranê Qazî Muhamed bi îdamê mehkûm kir. Di 31’ê Adara heman salê de meydana ku komar lê hatibû îlankirin; Qazî û 2 hevrêyên xwe li Çarçira hatin darvekirin. Qazî Muhamed ê 47 salî, weke serokê herî dawî yê Kurd ê di sedsala 20'an de hat darvekirin, kete dîrokê.