Li Meclîsê dengdana li ser destavêtinê

Desthilatdariyek bi qalê zilam tê birêvebirin û mafên zarokan binpê dike, rastiya 14 salan a Tirkiyeyê ye.

Hikûmeta AKP'ê, nebûna HDP'ê ya li Meclîsê ji xwe re weke firsendekê dît, roja 17'ê Mijdarê pêşnûmeyek ji bo parastina tecawizkaran, xist rojeva meclîsê. Di serî de saziyên jinan, hemû hêzên hesas ên civakê daketin kolanan û xwestin pêşnûme were betalkirin.

Jinan dan xuyakirin, ku bi vê pêşnûmeyê re destavêtin meşrû dibe û eger pêşnûme bê qebûlkirin wê bi sedan zarok bi zorê bi tecawizkaran werin zewicandin û li şûna kiryaran wê mexdûr bên cezakirin.

Piştî zexta raya giştî, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û ev tişt nivîsand, "Li Sêasê jinekê ji min re got, 'Me dawet çêkir. Qeymeqam, dozger, dadger, fermandarê qereqolê hatin daweta me. Bavê min mirovekî li gund dihat naskirin bû. Em piştre zewicîn. Wan xelat jî bi me ve kirin." Bozdag bi vê wesîleyê li xwe mikur hat bê dewlet çawa bûye hevparê vî sûcî.

Li aliyê din Serokwezîr Bînalî Yildirim jî ku hewl dide serbestberdana bi sedan tecawizkaran veşêre, daxuyaniyek da û got, "3 hezar malbatên bi vî rengî hatin tespîtkirin. Ev yek ji bo carekê tê kirin û ji bo çareserkirina vê mexdûriyetê ye." Bi vê yekê re hewldanên zîhniyeta AKP'ê yên ji bo parastina tecawizkaran raxist pêş çavan.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan duh bi şev têkildarî pêşnûmeyê daxuyaniyek weke bêje "li rexneyan guhdarî bikin" da. Vê daxuyaniyê di heman demê de hêza mûxalefeta civakî jî nîşan da. Dibe ku Erdogan xwestibe nîşan bide, ku eger pêşnûme were betalkirin, ev yek ne bi hêza mûxalefetê, ji aliyê wî ve hatiye kirin.

Ji ber ku di dengdana vekirî de 184 deng bi dest neket, pêşnûme wê îro careke din bikeve rojeva meclîsê.