Li bajarê Franse Marsîlyayê di 24’ê Tebaxê de, di encama serdegirtina malên Kurdan de ne 2, lê 3 ciwanên Kurd hatine binçavkirin.
Polîsên Frensî li Marsîlyayê bi ser malek a Kurdan de girtin. Di encama serdegirtinê de ciwanên Kurd ên bi navê Emrah û Mazlum ku paşnavên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Polîsan bi qasî saetekê li mala ku ciwanên Kurd têde bûn lêgerîn pêk anîn. Di hat diyarkirin ku polîsan careke bê ku tu hincetek nîşan bidin, bi ser wê malê de girtine.
Seroka Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Nezahat Şahîn ragihand ku her sê ciwan endamên komeleyê ne û da zanîn ku ji ber binçavkirina her sê ciwanan li benda daxuyaniyekê ne.
Di heman saetê de polîsan bi ser maleke din de jî gitin. Polîsên Frensî çûne mala bavê ciwanê Kurd ê bi navê Sûat û destê bavê wî kelemçe kirine û anîne mala Sûat lê dijî. Hema bêje polîsan bavê Sûat weke rehîn girtibûn û piştî ku Sûat girtin binçavan, bavê wî serbest berdan. Heta niha ji ber binçavkirina ciwanên Kurd tu hincetek nehatiye nîşandan.
Ev zextên li ser Kurdan nîşan dide ku hukûmeta Franse ya sosyalîst, polîtîkayên hukûmeta Sarkozy ya li hemberî Kurdan berdewam dike. Ev yek jî nîşan dide ku hukûmeta sosyalîst a Frensî weke hukûmeta berê li dijî Kurdan bi rejîma AKP’ê ya ku li hemberî Kurdan sucê mirovahiyê dike, bi hezaran rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û sendîkavan girtine. dike.
Di 22’ê Gulanê li komuna Cenon ya bajarê Bordeauxê jî di ser du malên Kurdan de girtibûn. Di serdegirtina polîsên rûpûş de du Kurdên binavê F.E û A.S telîs kiribûn serê wan û ew binçav kiribûn.
Di 27’ê Tîrmehê de ciwanên Kurd yên ji Parîsê ketîn rê û ji bo tevlî xwepêşanda li Strasbourgê hatiye organîze bibin, di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hatibûn rawestandin. Ciwanên ku rastî êrîşa tund ya polîsan hatîn, 6 kes birîndar bibûn û 26 kes jî hatibûn binçavkirin. çalakvanek jî bi guleya plastic hatibû birîndar kirin. Piştre kesên hatibûn binçavkirin serbest hatibûn berdan.
Li gorî hesabên ANF’ê ji sala 2007’an û vir ve, bi hinek hincetên siyasî nêzî 200 Kurdan hatine binçavkirin, her wiha di sala 2011’an de komeleyekî Kurd li Parîsê hate girtin.