Li Marsîlya û Mannheîmê şehîd hatin bibîranîn
Li Fransayê li Marsîlyayê û li Mannheîma Elmanyayê şehîdên Bestayê hatin bibîranîn.
Li Fransayê li Marsîlyayê û li Mannheîma Elmanyayê şehîdên Bestayê hatin bibîranîn.
MARSÎLYA
Li Fransayê li bajarê Marsîlyayê ji bo fermandara HPG û YJA Starê Delal Amed (Hulya Eroglû) û 12 gerîlayên ku bi wê re şehîd bûbûn, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Di bibîranînê de endama TJK-E’yê Dîlan Amed axivî û got, “Li dinyayê hemû artêş karakterê wan ê mêran e. Lê rastiya artêşa PKK’ê cihê ye. Jinên Kurd beşdarî şoreşa Kurdistanê bûn û rastiyeke nû ya rêxistinbûnê derket holê. Piştî şehadeta heval Bêrîtan Rêbertî ev rastî dît û artêşa jinan îlan kir.”
Bibîranîn bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
MANNHEÎM
Li Elmanyayê li bajarê Mannheîmê malbata Firat Tolhildanê ku (Şîrîn Islak) ew jî di nav şehîdên Bestayê de, şîn danîn.
Di bibîranînê de birayê gerîla Islak, Ramazan Islak û Şehmûs Islak axivîn û gotin, “Şehîdê me rûmeta me ne, em ê xwedî li wan derkevin.”
Nûnera KOMAW’ê Şengê Kahraman di bibîranînê de axivî û soza xwedîlêderketina şehîdan dubare kir.