Li Marsîlya, Munchen û Viyanayê konên ji bo azadiyê
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Munchen ê Elmanyayê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Viyana yê Awûstûryayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Munchen ê Elmanyayê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Viyana yê Awûstûryayê çalakî hatin lidarxistin.
Konê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat vedan, di roja 6. de ye. Çalakî her roj saet ji 12 û pê ve tê lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê, banga destekkirina çalakiyê kir. Çalakî her roj saet di navbera 12:00-20:00 de li Neûbaûgasse ya li Marîahîlferstrasse tê lidarxistin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa TEV-ÇAND'ê stantek hat vekirin. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û endamên Meclîsa TEV-ÇAND'ê hunera xwe pêşkêş kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ev çar roj in konê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedaye. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Çalakî di navbera rojên Duşem-Pênşemê saet di navbera 16:00-19:00 de dewam dike. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li her kesî kir.