Kurdistaniyên ku li paytextê Îspanyayê Madrîdê jiyan dikin, şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kirin.
Înîsiyatîfa Gel li bajarê Madrîd yê Îspanyayê şevek ya piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re pêkanî. Şeva ku qasî 300 kes tevlîbûn, destpêkê li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqîqeyekê rêz hate girtin. Di şeva ku endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENSK) Mahmût Walî û 21 Kurdên li Helebê hatin qetilkirin hatin bibîranîn de nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî axaftinek kir.
Kobanî balkişand ser ku, dewleta Tirk destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê hedef digire û aşkera kir ku, li Sûriyeyê çi faliyetên PKK’ê û şerkerên wî nîne. Kobanî anî ziman ku, “ Enqere ev ji 30 salan zêdetire di bin navê tekoşîna li dijî PKK’ê li dijî tevayî Kurdan tekoşînê dike. Berî her tiştî naxwazin Kurdên li Sûriyeyê jiyan dikin bibin yek. Enqere hemû polîtîkaya xwe ya Kurdan, li ser ferqa di navbera dîtina navbera rêxistinên Kurdan de çêdike. Ji destpêka serhildanê û vir ve Tirkiye li hincetan digere ku leşkeran bixe Sûriyeyê. Sedemê ve ne fikarên li ser demokrasiya Sûriyeyê ne, dixwaze li pêşiya mafên Kurdan yê netewî bibe asteng.”
Kobanî li ser gefên Tirkiyeyê yên ketina Sûriyeyê jî got; “ger Tirkiye mudaxeleyekî wisan bike, dê bikeve çiravê.”
Piştî axaftinan Binevş Narîn, Hozan Dîno, Hozan Rêber û Rojda derketin ser dikê.