Li Londonê ji bo Azadiya Ocalan her hefte çalakî

Li Londonê ji bo Azadiya Ocalan her hefte çalakî

Însiyatîfa ji bo Ocalan Azadî a Brîtanyayê bal kişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo Azadiya Ocalan ji îro şûn de her rojên çarşemê li Qada Trafalgar a Londonê bin.”

Însiyatîfa ji bo Ocalan Azadî ya Brîtanyayê di daxuyaniyê de wiha got: “Ev 400 roje tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd didome. Ji bo ev tecrîd rabe û azadiya Ocalan ji yekê îlonê şûn de her çarşemê saet di 14.00’an dem li Qada Trafalgar bin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Dewleta tirk a faşîst û nîjadperest siyaseta îmha û înkarê li dijî gelê kurd bi awayekî aşkere didomîne. Polîtîkaya rizandin û tecrîdê ya li hemberî Birêz Ocalan jî bi heman awayî didome. dewleta AKP’ê ku li dijî hemû muxalîfên li dijî pergalê, rewşenbîr, aktîvîstên mafê mirovan, jinan, ciwanan, rojnamegeran û her wekê din polîtîkaya îmhayê dimeşîne, dixwa tola xwe ji gerîlayên HPG’ê bigire ev 14 sale Rêberê Gelê Kurd dîl girtiye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewlet pêk tîne em qebûl nakin. Em bang li rayagitşî ya Cîhanê û Brîtanyayê dikin ku bila dijî azadiya Ocalan û gihiştina stutayê a kurdan bi hestiyar tevbigerin. Em bang li kesên ku dibêjin demokrastiyê dibin her derê cîhanê. Kesên li dijî êrîşa li ser gelekê bê deng dimîne, li hemberî tecrîda liser rêberê gelekî bê deng dimînin, li hemberî bikaranîna kîmyasalê ya liser gerîlayan bê deng dimînin em protesto dikin.”

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Roboskê ji aliyê balafirên Tirk ve 34 ciwan hatin qetilkirin û ev nehat rojeva cîhanê. Evi tiştekî bi qasî komkujiyê bi xof e. Siyasetmedarên kurd, şaredar, xebatkarên partiyan, parêzerên Ocalan di bin navê doza KCK’ê de hatin girtin. Konseya Ewropayê, Parlamentoya Brîtanyayê, CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li dijî vê peywira xwe neanîn cih. Ji îro şûnde em bi şîara ‘Ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan’ em dê bersivê bidin wan. “