Li bajarê Holanda Laheyê, DYA ji ber balafirên bê mirov û agahiya sîxûrî ya da artêşa Tirk bû sedema Komkujiya Roboskiyê, hat protestokirin.
Kurdistanî duh êvarê li ber sefareta DYA ya li Laheyê kom bûn û gelek kes beşdarî çalakiya protestoyî bûn. Di xwepêşandanê de pankartên bi Hollandî yên weke “Tirkiye Kurdan dikuje, DYA hevkar e” hildan û wêneyên 34 kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin.
Her wiha, di xwepêşandanê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YJA’yê haitn hildan û dirûşimên li dijî DYA û Tirkiye hatin gotin.
Di xwepêşandanê de hat diyarkirin ku 34 Kurd di encama agahiyên sîxûrî ya ku balefirên bê mirov ên DYA’yê Predetor dane artêşa Tirk de pêk hatiye û ji DYA’yê hat xwestin ku êdî piştgiriya leşkerî û sîxûrî nede Tirkiyeyê.