Li Kurdistanê li dijî xwezayê sûc tê kirin

Li Kurdistanê li dijî xwezayê sûc tê kirin

Ji Enstituya Zanistên Derdor ya Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Alî Kerem Saysel polîtîkaya derdor ya hikumeta AKP’ê rexne kir. Li gorî Saysal polîtîkayên derdor yên hikumet dişopîne rolek yê ‘dahatoya civakê difiroşe’ girtiye ser milê xwe. Saysal ji zêdebûna şewatên daristanên Kurdistanê jî dewlet berpirsyar girt.

Doç. Dr. Alî Kerem Saysal rewş ji ANF’ê re nirxand û diyarkir ku, Hikumeta AKP’ê di polîtîkaya derdor de “programekî dorpêçkirina erazî, daristan û çavkaniyên avê, girêdayî vegerandina takekesî kirin û meta kirinê dişopîne” û wiha got: “Ez difikirim ku di ‘mezibûna aboriyê’ ya dema AKP’ê de çavkaniya xwe ji vê digire. Di deh salên dawî de di derbarê parastina derdor û çavkaniyên xwezayê de, di hemû sererastkirin û zagona de ev meyil tê dîtin. Lîsansên HES’ê yên ku dane rûbarên biçûk, dê bêjî qey lîsansên lêgerîna madeyê yên parkên netewî ne. firotina eraziyên daristanên B2, pira 3’mîn, Bendava Ilisû û weke vana mirov dikare mînakên cûda ji van polîtîkayan re bide.

Saysel bal kişand ser polîtîkayên hikumetê yên derdor û civakî, diyarkir ku ew dê nekare birêve bibe. Saysel bilêv kir ku, “Ez wisan difikirim ku, bi polîtîkayên AKP birêve dibe îro dahatoya welat û mirovên me firotiye.”

‘DEWLET LI DIJÎ XWEZA Û JIYANÊ SÛC DIKE’

Doç. Dr. Saysel balkişand ser şewitîna daristanên li Kurdistanê jî û da diyarkirin ku, artêşa Tirk di bin navê tekoşîna li dijî PKK’ê ji salên 90’î ve daristana dişewitîne. Saysel weke pisporek yê derdorê ev pêkanîn weke “sûcek yê li dijî xweza û jiyanê û pêwîste ji aliyê her kesê ve bê şermezarkirin” bi nav dike û wiha nirxand: “Li aliyê din ger şewitandina daristana amûrek rewa yê tekoşîna çekdarî bê dîtin, êdî pêwîste me ne li dij yek bi yek şewatên daristanê der bikevin, pêwîste em li dijî şer derbikevin û pêwîste em siyasetekî aştiyê birêve bibin. Yekem xala ku ne tenê derdor parêz tê de mayîn, civaka Tirkiyeyê bi salane tê de mayî ev e. Bi taybet dema ku mirov temaşeyî pêşveçûnên piştî bûyerên li Sûriyeyê dike û dema borî tîne berçav, mirov dikare bêje ev tişt bi lezgîn û zore.”

Ji Enstituya Zanyariyên Derdor yê Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Alî Kerem Saysel bal kişand ser avakirina bendavên li Kurdistanên yên bihinceta ‘ewlekariyê’ û da diyarkirin ku, di literature bendavan de tiştekî wekî ‘bendavên ewlekariyê’ tune ye. Saysel destnîşan kir ku, “Min ev yek cara destpêkê dema ku ez çûm Diyarbekirê hînbûm. Ji bo van bendavan maliyeyek aborî ya nepêwîst tê kirin, dê bandoriyên derdorî jî hebin. Lê belê evane weke amûrekê tekoşîna bibandor ya li dijî ‘terorê’ têne avakirin. Ji ber vê pêwîste em li dijî qada pevçûna çekdarî tiştekê bikin. Pêwîste derdorparêz û civak jî daxwaza bêdengkirina çekan û normalbûna siyasetê bike.”

‘ALTERNATÎF XWESERTIYA DEMOKRATÎK…’

Doç. Dr. Saysel ji bo polîtîkayên derdor vegerin aliyê xweza û civakê modela xwesertiya demokratîk pêşniyar kir: Civakên girêdayî aboriya bazara capitalist û hewildanên taybet, elbete ji mînakên îro em li Tirkiyeyê dibînin gelek baştir dikarin bikin û dikin jî. Beriya ku li bendê bin veguherînek mezin ya civakî serûbin bibe, gelek tişt hene ku mirov ji bo jiyanek mirovî û xwezayekî ku mirov bikare di nav de jiyan bike bê kirin. Li aliyê din bêy ku heqaniyetê li berçav bigirin mezibûna hilberîn û mezaxtina girêdayî mezibûna kapîtalîzmê, sînorekî ku tiştên em bikin jî heye. Her wiha du erkên parazvanên jiyanê heye. Li aliyekê îro em daxwazayên xwe yên jib o tenduristî, reform, regulasyon, kontrol û dewleta civakî bilind dikîn, li aliyê din jî em modelên alternatîfê kapîtalîzmê pêş ve dibin. Ger ku heyînên xwezayî ji bazarê hatin derxistin, weke amûrekî mezinbûna reqabetê nehate dîtin, ger weke çavkaniya jiyanê hatin nirxandin wê demê dê serkeftî be.”