Li navçeyên Dêrik, Qoser, Wêranşar, Êlih, Wan, Qelqeliyê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyên Pêncşema Reş de hate xwestin ku girtiyên siyasî serbest bên berdan.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, Wekîlê Şaredar Haşîm Baday, endamên KCD'ê MEYA-DER û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Em şaredarê xwe dixwazim" û "Ziman bedene li bedena xwe xwedî derkevin! Rêberê Gelê Kurd" hatin vekirin. Hevseroka Belediyespora Qoserê Sadiye Aslan daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew dê têkoşîna xwe ya azad û aştiyê hêj bilintir bikin.
Piştî daxuyaniyên çalakiya rûniştinê pêk hat.
DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" û wêneyên Şaredar Çaglar Demîrel hatin hilgirtin. Ozbahçecî bi kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel saleke girti ye û xwest ku hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.
Piştî daxuyanî çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de pankrata "Vîna me hêj girti ye" hate vekirin. Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel daxuyanî xwend û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê bi girtina siyasetmedarên Kurd pêvajoya pevçûnan da destpêkirin û wiha got: "Ji bo şer bê rawetandin divê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk tê
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî bi heman hincetê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan.
WAN
Li Wanê ji bi heman armancê meş hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, VAKASUM, Van GOÇ-DER, ÎHD, MEYA-DER, TUYAD-DER, KESK û gelek kesên din li ber Garaja Şaredariyê heta ber avahiya Şaredariyê meşiyan. Di meşê de slogana "Destên dirêjî şaredarê me dibin bişkên" hate berzkirin. Piştî meşê li ser navê girseyê Rêveberê Şaxa Genel-Îş'ê yê Wanê Ahmet Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê tijî siyasetmedarên Kurdin. Kaya bang li hemû gelê Wanê kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Dest nede vîna min" û posterên Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz hate vekirin.
Piştî çalakiya bêdengiyê kom belav bû.