Li Kurdistan û Tirkiye li dijî faşîzma AKP-MHP’ê daketin qadan

Êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz li gelek bajarê Kurdistanê û Tirkiye bi çalakiyan hatin protestokirin.

Hêrs û berteka li dijî qetilkirina Denîz Poyraz zêdetir dibe. Denîz Poyraz duh di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Poyraz bi daxuyanî û meşan hat şermezar kirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin.”  

WAN 

Meclîsa Jinan HDP’a Wanê li pêş avahiya HDP’a Wanê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Leyla Balkan daxuyanî da û got berpirsê qetilkirina Poyraz Wezîrê Karên Navxweyî û tifaqa AKP-MHP’ê ye. 

Endamên Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî li ber kargehek daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta avahiya HDP’ê meş li dar xistin. 

AGIRΠ

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê û navçeyên xwe jî bi meşekê qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Di meşê de dirûşm hatin berz kirin û meş li ber avahiya HDP’ê bi dawî bû. 

GÎRESÛN  

Nûnertiya HDP’ê ya Bajêr a Gîresûnê jî civîna çapemeniyê li dar xist û êrişê û qetilkirinê şermezar kirin. 

AMED 

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên HDP’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclîsa Ciwanan Yûsûf Acar got di hedefa ewil a îqtidara faşîst de têkoşer û ciwan hene û faşîzm bi her awayî dixwaze xebatên HDP’ê îllegalîze bike û ew ê destûr nedin faşîzmê. 

Parlamenter Pero Dundar jî her bûyerek diqewime girêdayî hev in û revandin û gefên li dijî ciwanên wan ji vê bûyerê ne serbixwetir e. Dundar got axaftinên dayika Denîz Poyraz ji wan ferman e û ew ê gotinên dayika wê bi cih bînin. 

DERSIM

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê jî li Kuçeya Hunerê qetilkirina Poyraz şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ji îqtidar û şirîkê îqtidarê hêz girtiye û êriş pêk aniye. 

XARPÊT

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê ya Xarpêt jî têkildarî êrişî daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Veysî Saritag anî ziman ku li ser daxuyaniyên îqtidarê ev êriş pêk tên. 

MÊRSÎN 

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê protesto kir. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û gelek kes beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat gotin êriş encama siyaseta îqtidarê ye û roj roja hev girtinê ye ku li dijî faşîzmê derkevin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê Wezîrê Karên Navxweyî ji ber êrişê li tavilê îstîfa bike. 

HATAY 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îsekndûrana Hatayê jî qetilkirina Poyraz şeremzar kir Û hat gotin ku Denîz Poyraz rûmeta wan e.  

OSMANIYE

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Osmaniye jî êriş hat şeremzarkirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevgirtî hat kirin. 

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyanî da û êrişa li dijî HDP’ê û qetilkirina Poyraz şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ne yek kes e û gelek kes hene. 

SEMSÛR 

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê û navçeyên xwe jî êriş şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca daxuyanî da û roj roja xwedî derketina HDP’ê ye û hesab pirsîna ji AKP’ê ye.  

KOLIK 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kolika Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku HDP gel e, gel bêdeng nabe û Denîz nemirin.  

DÎLOK

Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Poyraz da. Hevseroka HDP’a Bajêr Songul Koçdag daxuyanî da. 

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl jî axivî û got: “Yên ku partiya me hedef nîşan didin û krîmînalîze dikin hevkarê vê cînayetê ne. Îqtidara ku AKP û MHP’ê ji bo xwe li ser pêya bigire, tiştên berê aniye serê me dîsa dixwaze bîne serê me. Em aciz in, bi hêrs in. Lê em ê van rojên tarî û teng derbas bikin û li pêşiya me firehî heye. Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin û zêdetir bikin û em bi biryar in ku bayê bakur biwezinînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên xwe Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu got îqtidar li dijî partiya wan dijminatiyê dike.  

Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi awayek oranezîkirî hatiye qetilkirin û ew ê qatilan û yên ferman dane derxin holê. 

BISMIL 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bismila Amedê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.