Li Kopenhangê Ebû Leyla û şehîdên Minbicê hatin bibîranîn
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê, ji bo şehîdên Minbicê aktîvîteyek bîranînê hate lidarxistin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê, ji bo şehîdên Minbicê aktîvîteyek bîranînê hate lidarxistin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê, ji bo şehîdên Minbicê aktîvîteyek bîranînê hate lidarxistin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Ebû Leyla û şehîdên Minbicê aktîvîteyek bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, ji aliyê PYD Danîmarke hate organîzekirin. Li vir Bavê Huseyîn axivî, têkoşîna Ebû Leyla û şehîdên Minbicê vegot. Bavê Huseyîn li ser pêşketinên li Rojava jî axivî, diyar kir ku pêngava Minbicê ya ku Ebû Leyla pêşengtiya wê dikir gihiştiye merheleya dawî û ev nuqteyek stratejîk e ku wê ji bo bi temamî azadkirina Rojava re bibe wesîle.
Bavê Huseyîn bi bîr xist ku Kurd ne tenê li Rojava têdikoşin, bal kişand ser pêşketinên herî dawî yên li Bakurê Kurdistanê.
Di bîranînê de Berdevka YNK Danîmarka Hawre jî amade bû û peyamek da.
Piştî axaftinan aktîvîteya bîranînê bi dawî bû.