Li Kopenhagenê bîranîna şehîdan

Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kopenhagenê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Rêxistina PYD'ê ya Danîmarkayê, bi munasebeta salvegera şehadeta Şîlan Kobanê li paytxt Kopenhagenê merasîmeke bîranînê lidar xist. Di heman merasîmê de ji malbata Fatme Hecî ku ji ber gulereşandina leşkerên Tirk li ser sînorê Efrînê jiyana xwe ji dest da, serxweşî hate xweserin.

Nûnerê PYD'ê yê Danîmarkayê Bavê Huseyn li vir axivî û qala malbata Fatme Hecî kir. Huseyn ragihand ku 3 xwişkên wê jî di salên 90'î de li bakurê Kurdistanê şehîd bûne.

Bavê Huseyn di axaftina xwe da li ser mijarê giringîya xwedîderketina li şehîdan sekinî û got "Tevgerên ku li şehîdên xwe xwedî dernakevin nikarin li ser piyan bisekînin."

Piştî bernameyê beşdaran serxweşî da xwişka Fatme Hecî ya li Danîmarkayê dimîne.

...