Piştî dewleta Denmarkê di van demên dawiyê de zextên li ser Kurdan û saziyên Kurdan zêde kir, li Navenda Çandê ya Kapenhagê civînek a gel hate lidarxistin.
Di civîna duh de gelek kes amade bûn û ji ber cihê civînê tije bû, gelek kes neçar man ku li ser lingan bimînin.
Di civînê de der barê rawestandina weşana Nûçe TV û MMC TV û 7 girtiyên Kurd ên li Denmarkê de agahî hatin dayîn. Di civînê de hate destnîşankirin ku di zextên Demnarkê yên li ser Kurdan de tiliya Tirkiye û NATo’yê heye û hat xwestin ku Kurdên ku 26 roj in girtî ne û dê di 16’ê cotmehê de bên darizandin, serbest bên berdan.
Li gorî agahiyên di civînê de hatin dayîn, biryara îzolasyonê ya li ser 7 girtiyan rabe û ji 3’yê cotmehê ve malbat dikarin hevdîtin bi wan re pêk bînin.
Di civînê de li hemberî zextên Denmarkê helwesta Kurdan jî hate nirxandin û hat diyarkirin ku divê Kurd yekitiya xwe xurt bikin.