BI DÎMEN

Li Kolnê li dijî faşîzma AKP’ê mîtîngeke bi heybet

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê û çapemeniyê mîtîngeke bi heybet hate lidarxistin.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê girtina hevserok û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mîtîngeke beşdarbûyîna nêzî sed hezar kesî hate şermezarkirin.

Mîtîng ji aliyê AABF’ê organîzeya wê hat kirin û Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk a ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) û gelek saziyên çepgir ên Tirkiyeyî pêk tê piştevaniya wê kirin. Die Linke, Partiya Keskan, FDP û zêdeyî sî saziyên Kurdistanî, Elman û Tirkiyeyî beşdarî mîtîngê bûn.

Di mîtînga ku saet di 13.00’an de li Qada Deutzer Werftê bi rêzgirtiê destpê kir, girse alayên partî û saziyên cuda hêl kirin û dirûşmeyên wek “Wê kujer Erdogan hesab bide”, “Terorîst Erdogan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “HDP”, “Bijî Serok Apo” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kir.

Piştî axaftina komîteya amadekar, Serokê Sendîkaya Çapemeniya Elman Frank Ûberal axivî.

‘MAFÊN MIROVAN JI BO TU TIŞTÎ NAYÊN QURBANKIRIN’

Ûberal got, ew ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî hatine mîtîngê û wiha axivî: “Em wek sendîkaya herî mezin a Ewropayê, em ji bo piştevaniyê li vir in. Me heta niha Tirkiyeyê wek welatekî betlaneyê dizanibû, lê belê niha li Tirkiyeyê çapemenî di betlaneyê de ye. Erdoganî çapemeniyê şandiye betlaneyê. Niha gelek rojnameger girtî ne û gelek ji wan jî bêkar in. Ez bang li rêveberên me yî Yekîtiya Ewropa û Elmanyayê yên me ew hilbijartine dikim. Mafên mirovan ji bo tu tiştî nayên qurbankirin.”

‘LI DIJÎ GELÊ KURD ŞEREKÎ QIRÊJ TÊ MEŞANDIN’

Piştî Ûberal Parlementera Dîe Lînkeyê Sevîm Dagdelen axivî. Dagdelen wiha got: “Em îro li dijî doktatoriya îslamî ya Erdoganî li vir civiyane. Em tenê ne li dijî Erdogan, em li dijî hikûmeta Elman a piştevaniya Erdoganî dike jî li v irin. Hikûmeta Elman bi milyaran pere dide, çekan difiroşe, piştevaniya leşkeran dike û îstîxbaratê parve dike. Ev saleke li dijî gelê Kurd şerekî barbarî hatiye destpêkirin. Di vî şerê qirêj de bi hezran Kurd hatin kuştin. Divê dewleta Elman demidlest dev ji sewqiyata çekan û hevpariya sûcî ya dewleta Tirk berde.”

‘EM ERDOGAN Û AKP’Ê BAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ’

Serokê Giştî yê Yekîtiya Elewiyên Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat jî got, v 5 salênd awî wan li gelek welatên Ewropayê gelek çalakiyên şermezarkirinê li dar xistine û wiha got: “Çimkî îro hikûmeteke dîktayî û dîktatorek welatê me bi rê ve dibe. Em vê qethiyen qebûl nakin. Divê em Erdogan û AKP’ê bavêjin ser sergoyê dîrokê.”

‘WÊ HEWESA WAN DI QIRIKA WAN DE BIMÎNE’

Piştî Mat, Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle axivî û wiha got: “Em Elewî, Kurd û muslumanên demokrat ji bo peyamên şermezarkirina faşîzma AKP’ê û dîktatoriya li welat bi rê bikin, em li vir civayan. Ev yekîtiyeke pir bi wate ye. Wek tê zanîn em her roj agahiyên xerab ji welat werdigirin. Her wiha duh jî 370 komele hatin girtin. Ev komeleyên Elewî û Kurdan bûn. Hemû kesên demokrat digirin. Çimkî ew bîadê dixwazin, lê wê ev hewesa wan diqirika wan de bimîne.”

Piştî Dîcle, sîyasetmedarê FDP’ê Tobîas Hûch jî axivî. Hûch rêveberiya Erdoganî şiband faşîzma Hîtlerî û dest nîşan kir ku, li dijî vê piştevaniya navneteweyî divê.

‘DIVÊ EWROPA XWEDÊ DERKEVE’

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê yê berê Tûrgût Oker jî diyar kir ku, ew cara ewil li Ewropayê rastî civateke wisa qelebalix û rengo rengo tê. Oker wiha axivî: “Yekîtiya Hêza Demokratîk 5 sal berê hat avakirin, lê belê ev cara ewil e ku em bi pratîkeke wisa hêzdar tên gel hev. Heke îro Erdogan hebe, Hîtler û YEzîd li îktîdarê bin, di vê de hinekî berpirsiyarî-iya me jî heye. Heke em bibûnan yek, wê Erdogan ewqasî hêzdar nebûna. Li Tirkiyeyê rewş pir giran e, mirov xweşikî nikarin derkevin derve jî. Divê Ewropa xwedî liw elat derkeve, divê yekîtî esas bê girtin. Ancax em ê wisa karibin Erdoganê faşîst serobin bin pê bikin.”

Parlementera Hessenê Murvet Ozturk jî di axaftina xwe de, navê parlementerên HDP’ê, hevşaredar û jinên siyasetmedar ên girtî got û têkoşîna wan silav kir.

Piştî Oztur parlementerên Partiya Keskan a Elman Mehmet Kiliç, Arîf Unal û gelek siyasetmedar axivîn.

Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydinlar û Hozan Comert derketin ser dikê. Mîtîng bi gotina kilam û stranên berxwedanê bid awî bû.