Li Koln’ê ji bo Xalê Elî merasîm hat li darxistin

Li Koln’ê ji bo Xalê Elî merasîm hat li darxistin

Siyasetvanê Kurd Şemesttin Kara (Xalê Elî) ku li Elmanya şeva buhrî jiyana xwe ji dest da jêre li Koln’ê merasîmek hat li dar xistin. Di axaftinên ku di merasîmê de hatin kirin bal hate kişandisa ser role Kara yê di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de û diyar kirin ku kesayetekî mînak bê girtine.

Ji bo Şemsettin Kara ku li nexweşxaneyekî bajarê Troisdorf’ê yê Elmanya dihate derman kirin şeva buhrî jiyan xwe ji dest da, îro li Koln’ê li Saal 2000’ê merasîmek jêre hat li darxistin. Di merasîmê de di serî de malbat û hevalên wî yên tekoşînê ji nûnerên saziyên kurd li gel kesên ji bajarên derdor hatîn nêzî hezar kes beşdar bû. Darbesta Kara bi ala kesk , sor û zer hate pêçan û bi gûlan hat xemilandin.

Di merasîmê de ku li ser hev dirûşmeya “Şehîd na mirin” deqeyên bi hest hatin jiyîn. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir keça Şemsettîn Kara Zozan Kara, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî KOMAW a malbatên şehîd û windayan û li ser navê meclisa jinan a Koln’ê Şenge Kahraman, siyasetvan Fuat Kav û nûnerê PYD’ê Zuhad Kobanî axivîn.

‘EW RÊHEVALÊ ME BÛ’

Zozan Kara ku bi gotina “Serê me hemûyan sax be” axaftina xwe wiha dewam kir: “Ew hem babê me û hem jî rêhevalê me bû. Winda kirina wî bi rastî girane. Lê ez bawer dikim ku hevalên wî dê cihê wî dagirin. Em weke malbat tekoşîna ku ew li pey diçû emê dewam bikîn. Ew hemû demê bi keda xwe dihate naskirin. Ji ber wê yekê weke malbata wî emê xwedî li keda wî derbikevîn.”

‘BI KURDISTANÊ VE GIRÊDAYÎ BÛ’

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal bi gotina Kara nirxên ku bingehîn di girtin destkeftiyên Kurdistanê bûn û ti carî giringî ne dida nirxên aborî û wiha dewam kir: “Welatparêzekî Kurd yê ku hemû demê nirxên cewherî bingeh digirt bû. Nirxên ku wî bingeh digirt Şehîdên Kurdistanê û tekoşîna wê bû. Bi malbata xwe re dinava Tekoşîna Kurdistanê de cih digirt ku mînaka wê pir kêmin. Ti demê û ji ti xebatê xwe paşde ne dida. Niha jî li xaka Kurdistanê de dikare bi azadî bi razê.”

‘XEYALÊN WÎ PÊK TÊN’

Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî jî bal kişande ser ku bi saya Şemsettîn Kara û Şehîdên Kurdistanê li Kurdistanê çanda welatparêziyê hatiye çandin û 77 salên tekoşîna Xalê Elî mînakekî herî mezinin û wiha got: “Nirxekî ku salên xwe yên demdirêj ji bo tekoşîna Kurdistanê bi karaniye. Gelê Kurdistanê wê te ji bîr neke.”

Nûnera PYD’ê Zuhad Kobanî ku got tişta ku niha li Rojava tê kirin xeyalên Şemsettîn Karayan pêk têne û wiha dewam kir: “Xalê Elî ku herî dawî li Heyva Sor a Kurdistanê de xebitî ji bo Rojava alikariyên giring kir. ji bo rakirina embargoya li ser gelê me wî bi xwe gelek hewildan kirin. wî giringiyekî mezin dida şoreşa Rojava. Em jî ji wî ra dibêjîn bi dilekî rehet bi razê ciwanên kurd xeyalên te pêk tînin.”

‘WELATPARÊZEKÎ SERÊ WÎ BILIND BÛ’

Siyasetvan û nivîskarê kurd Fuat Kav ku bi gotina ‘yên ku wî dinasin baş dizanin welatparêzekî mezin ku bi hemû hebûna xwe girêdayî welatê xwe bû’ dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Kara welatparêzekî ku erka dikete ser milê wî bi cih di anî bû. Kav ku diyar kir Kara her erka dikete pêşiya wî bê ku biçûk yan mezin bêje bi cih tanî û wiha dewam kir: “Xalê Elî ti demê nakokî ne jiya. Welatparêzekî ku bi serbilindî tekoşîn dimeşand bû. Ji bo wî tişta giring tişta ku Rêbertî û Partiyê digot bû. Li rexmê ku bi salane li Ewropa dijî hemû demê digot ku ‘yên ku bi rastî dijminahiya kurdan dikin û kurdan giring nagirin Ewropaye’. Di heman demê de jêderekî bê navy ê kedê bû.”

Liser navê KOMAW Malbatên Şehîd û Windayan û Meclisa Jinên Koln’ê Şenge Kahramans li gel nûnera Heyva Sor jî axaftin kirin. Di axaftinên ku dirin de bal kişandine ser welatparêziya Kara û diyar kirin ku pêwiste her kes bibe hêjayî vê yekê.

Cenazeyê Xalê Elî sibê piştî merasîmekê wê bê şandina Kurdistanê. Taziye jî wê li Mala Kurdan a Koln’ê bê danîn.