Li Kocaeliyê terora polîsan: 5 HDP'î hatin destgîrkirin
Li Kocaeliyê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê destgîr kirin.
Li Kocaeliyê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê destgîr kirin.
Li gorî agahiyan, li Kocaeliyê polîsan avêtin ser malên HDP'iyan.
Di serdegirtinê de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Kocaeliyê Îbrahîm Guler, Yekbûn Şengul, Zîlan Atabay, Hûrî Yildizhan û Hasan Alî yê ku paşnavê wî nehate hînbûn, hate destgîrkirin.
Hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin. Li ser dosya kesên hatin destgîrkirin biryara nepenîtiyê û 24 saetan jî qedexeya hevdîtinê hate danîn.